Mehmet Altun ê ku malbata Kurd qetil kiribû hat desteser kirin

Tetîkêş Mehmet Altun ê ku malbata Kurd qetil kiribû hat desteser kirin

 Tetîkêşê êrîşa nijadperestî ya qetilkirina 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a bajarê Konyayê Mehmet Altun, piştî hefteyekê bi ser komkujiyê de îro Çarşemê hat desteser kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîn û lêkolînên wan de qatilê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê navçeya Bozkir a Konyayê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteser kirin.

Parêzgariya Konyayê jî ragihandiye, “Mehmet Altun ku 7 hemwelatiyên me bi awayekî hovane qetil kirin, di encama xebata hevbeş û çalak a Rêveberiya Ewlekariyê ya Bajar, Fermandariya Cenderme ya Bajar û Tîmên Taybet ên Herêmê de li cihê ku xwe lê veşaritibû, hat girtin.”

Hêjayî bibîrxistinê, serdozgerî û rayedarên Tirkiyê bûyerê dixwazin wekî bûyereke ji rêzê ya lihevnekirina cîranan nîşan bidin, lê parêzerê malbatê eşkere kiriye ku qatil ne bi tenê bûye û beriya komkujiyê bike jî bi rêye komeke Wattsappê ligel kesên din danûstandin kiriye.

Herwiha doh 3yê Tebaxê jî serdozgeriya Konyayê ji 14 kesên piştî bûyerê hatibûn binçavkirin biryara girtina 10 kesan dabû.

Pustên heman beş