Li Bane a Rojhilatê kurdistanê herî kêm 3 kolber di rûdana tirafîkê de mirin

Li Bane a Rojhilatê kurdistanê herî kêm 3 kolber di rûdana tirafîkê de mirin

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 3 kolberên kurd di rûdana tirafîkê de canê xwe ji dest dan.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê dema komek kolber bi otomobîlê ji kolberiyê vedigeriyan, li nêzîkî gundê Kerîmava yê bajarokê Bane li pîkabekî qelibîn.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 3 kolber mirin û 7 kolber jî birîndar bûn.

Tê gotin ku rewşa hinek ji kolberên birîndar baş nîne loma tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.

Kolberên ku mirine, ev in: Cemal Şerîfî, Mehdî Mazwanbend û Mizefer Penahî.

Pustên heman beş