Parêzerê malbata Kurd: komkujî pilankirî ye

konya-kurd

Parêzerê malbata Kurd a ku li Konyayê bikom hat kuştin ragihand, derket holê ku kesên êrişkar bi awayekî plankirî ev komkujî pêk anîne.

Malbata Dedeogullari ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye,  roja 30ê Tîrmehê li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişeke nijadperest hat û di wê êrişê de 7 endamên malbatê bikom hatin kuştin.

Abdrurrahman Karabulut, parêzerê wê malbata Kurd diyar kir, derket holê ku kesên êrişkar, piştî êrişa 12ê Gulanê li ser bernameya Whatsappê grûpek pêk anîne û bi awayekî organîze û plankirî ev komkujî kirine.

Piştî qirkirina 7 endamên malbateke Kurd li navçeya Meramê a ser bi Konyayê ve 14 kes hatibûn desteserkirin û ketibûn ber lêpirsînê. 10 kes ji wan 14 kesan hatine girtin, Li gorî agahiyan di nava kesên girtî de dayik, bav, hevjîn û xwişka kujer Mehmet Altun jî hene.

Bikujê bi navê Mehmet Altun jî duh li nêzî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Pustên heman beş