PKKê rêya Kanê û Dêrelokê TNT kir

PKKê rêya Kanê û Dêrelokê TNT kir

Hêza Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê îro, hewleka din ya rêxistina PKKê ji bo TNT kirna rêya nêvbera Kanê û Dêrelokê da ji nav bir.

Li gorî çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, îro roja pêncşemî 5/8/2021an, hêza Pêşmerge TNT yeke rêxistina PKKê li sînorê qeza Amêdiyê bi teybet li nêvbera Kanê û Dêrelokê da ji nav bir.

Dest nîşan kir, rêxistina PKKê tonêlek li jêr cadeya serekî çêkirbû û pirî TNT kirbû, lê belê ev hewla wan ji hêla hêza Pêşmerge ve hat ji nav birin.

Rêxistina PKKê ji sala rabûrî ve, bi terzê terorîstan navçeyên Başûrê Kurdistanê, bi teybet rêya Pêşmergehan mînrêj dike, di 6 mehên rabûrî de, eve cara 8ê ye, hêza Pêşmergehan TNT yên PKKê ji nav dibin.

Pustên heman beş