Artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê 35 malbatên Kurd girtin

Artêşa Tirkiyê li herêma Efrînê 35 malbatên Kurd girtin

Hêzên artêşa Tirkiyê, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 35 malbatên Kurd ên ku dixwestin ji navçeya Şehbayê vegerin gundên xwe girtin.

Li gorî çavkaniyeke xwecihî, şeva Pêncşemê, koma Feyleq el-Şam hewl dabû 15 malbatan ji gundê Beradê di rêya Birc Evdalo re bi qaçaxî bigihîne Efrînê. Di heman şevê de, çekdarên koma Hemzat li gundê Kîmarê hewl dabûn 20 malbatan bi qaçaxî derbasî Efrînê bikin.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê, hêzên artêşa Tirkiyê her du kom girtine û ew 35 malbatên Kurd di dibistana gundê Kîmarê de hebs kirine.

Li aliyê din li gorî çavkaniyeke xwecihî, şeva borî, di encama gulberdana bêserûber a komên çekdar de li nav bajarê Efrînê zarokekî ku temenê wî sal û nîv e birîndar bûye û navê wî zarokî Ebdulqadir Hac Omer e û xelkê bajarokê Mearet el-Artîq e li gundewarê Helebê û malbata wî li Efrînê niştecih e.

Zarokê birîndar bo nexweşxaneyeke Efrînê hatiye rakirin û birîna wî hatiye dermankirin.

Pustên heman beş