Rêveberiya Keşnasiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku ew pêşbînî dikin baraneke zêde li Wan û derdora wê û Colemêrgê bibare û hişyarî da welatiyan ku xwe ji karesatên weke lehî, brûsk û bayê bihêz biparêzin.
Li gorî rêveberiya keşnasiyê ku navenda wê li Wanê ye, tê pêşbînî kirin ku li seranserî navçeyê ji demjimêrên nîvro û şûn de dem bi dem baran bibare û brûsk vedin.
Rêveberiya Keşnasiyê pêşbînî dike ew baran li navenda parêzgeha Wanê û derdora wê û herwiha li bakurê parêzgeha Colemêrgê bi awayekî bihêz bibare û dibêje pileyên germayê jî li navçeyê wê ji dema xwe ya asayî kêmtir bibin.
Rêveberiya Keşnasiyê derbarê barîna baranê li wan herdu parêzgehên Bakurê Kurdistanê de hişyariyê dide welatiyan û dibêje, tê pêşbînîkirin ku li parêzgeha Wanê û derdora wê û bakurê parêzgeha Colemêrgê baranek bihêz bibare, lewra divê li hember lehiya ji nîşkê ve, brûsk û bayê bihêz tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Roja 28ê Tîrmehê jî, li navçeya Elbakê a ser bi Wanê û li Geverê lehiyeke bihêz rabûbû û zerereke zêde gihandibû xelkê wan navçeyan.