PKKê keçeka zarok li Qamişlo revand

Pkk-ypg-pyd-hsd-Ciwanên-Şoreşger-1

Çekdarên rêxistina PKKê keçeka zarok ji bajarê Qamişlo ê Rojavayê Kurdistanê revand û ber bi ciyekê nediyar birine, malbata wê jî li dû keça xwe di gerin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, çekdarên rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger a girêdayî PKKê, berîya 10 rojan keçeka temen 15 salî ji taxa bi navê Tey a bajarê Qamişlo revandine, malbata wê ji bo ku agahîyekê ji çarenivîsa keça xwe bizanin, li saziyên ewlehiyê li dû keça xwe digerin.

Dest nîşan kir, li roja 7 vê mehê, malbata wê keçê zanîn ku ew ji hêla rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatîye revandin.

Ew keç bi eslê xwe erebe û çekdarên Ciwanên Şoreşger red kirine ku wê radestî malbata wê bikin.

Rêxistna PKKê ji bo çêkirina şervanan, piştbestinê li ser revandina zarokan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, van zarokan dişîne Qandil û Şengalê û bi destê eskerê Tirk bi kuştin dide, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî ên parastina mafên zarokan ve hatîye tesbît kirin.

Pustên heman beş