Sala bê pirojeya rêya şemendeferê li Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin

Sala bê pirojeya rêya şemendeferê li Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin

Wezîrê Avedankirin û Niştecîkirina Kurdistanê ragihand, sala bê dê pilana rêya şemendeferê (tiren) bikeve warê cîbicîkirinê.

Wezîrê avedankirin û niştecîkirinê, Dana Ebdulkerîm îro serdana pirojeya rêya Silêmanî-Kelarê kir û li wir ragihand, dê 60 milyar dînarê din bo wê pirojeyê were terxankirin da ku havîna sala bê were xilaskirin.

Dana Ebdulkerîm li ser pirojeya rêya şemendeferê jî axivî û got, em mijûlî xwe amadekirinê ne da ku dest bi pê bikin. Sala bê emê dest bi çêkirina rêya şemendeferê bikin.

Wekîlê wezareta avedankirin û niştecîkirinê Agirîn Ebdullah beriya niha ji BasNewsê re gotibû, qonaxa yekem ya rêya şemendeferê 620 km û ya din jî 295 km e.

Hikûmeta Kurdistanê Tîrmeha îsal bi kompaniya Almanî ya “deutsche bahn” re li ser pirojeya rêya şemendeferê hevdîtin kiribû. Bi gotina berpirsên hikûmetê, ewê di demek nêzîk de wê kompaniyê bînin Kurdistanê.

Pustên heman beş