Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «2»

مه‌حموود بەرخوەدان-Mehmûd Berxwedan-okk-hsd-npg-ypg-qsd -rojava
  • Beşa: 2

Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên Gerîla bike, emê bêalî nemînin, diyar e ku emê kê biparêzin», ne hewceye ku em gotinê hêve wêve badin, gotina Mehmûdê Reş tenê yek şîroveya wê heye: Ev gef, gefekî pir bê exlaqî ye.

Daxuyanîya KCK ê a 31 î Tîrmehê

PKKe pilan dike ku heta hilbijartinên Iraqê atmosferê zêde aloz bike, Ji ber ku ew dizane li Iraqê her hilbijartinek bi rûdane û hukûmet pir dereng têne avakirin û valahîyek di wê navberê de derdikeve holê, ji bo vê yekê, ew di dema hilbijartinê de û piştî hilbijartinê şerekî li dijî Pêşmerge pilan dike, bi rastî, di meşandina şerekî wiha de palpiştê sereke yê PKKê Girupa Lahor Cengî ya di nav YNKê de bû.

Bi piştgirîya Lahor î, wan dixwest şerê ku li dijî Herêma Kurdistanê didin meşandin weke şerê dijî PDKê û dewleta Tirkîya nişan bidin, bûyerên vê dawîyê ku li navenda Silêmanî  hember Lahor qewimîn, ev pilan pîçek têk bir, Lê belê ji ber ku şerê li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmerge ji bo PKKê sitratejîke, ewê tenê hin guhertinên biçûk di pilana xwe de bikin, lê PKKê ev pilan betal nekirî ye, Ji ber vê yekê daxuyaniya li ser navê rêveberiya KCKê ku di 31 ê Tîrmehê de hat weşandin û têde “Ji rewşenbîr, nivîskar, hunermend û her kesê ku li dijî PDKê ye çalakiyan bike” hat xwestin.

Bê guman, divê rewşê de rolek ber bi çav ji bo Rojava hate dayîn, PKKe niha hewlên mezin dide ku îmajek we ava bike, ku şer di navbera hemû Kurdan, gelên Rojhilata Navîn û navbera PDKê de tê meşandin.

Bêyî Başur û Barzanî, Rojava nikarîbû nefesê bistîne

Pêwsîte ji Mehmûdê Reş an jî yê Cebilxancî yê ku hemu jîyana lûx,pere û desthilatdarî li Rojava dîtîn ev bê gotin: «Ger Barzanî li 2011 an piştgirî neda ba Rojava, Mehmûd da tû heya nûke jî di tîmeka cebilxaneyê de deboya kolî û tu hêj da berpirsê 5 hêstir û 3 çebilxanecîyan bî».

Dema El Nûsrayê êrîşî Serêkaniyê kirî, gulleyeka we ya ku hûn biteqînin nebû û Barzanî hemû depoyên cebilxaneyê ji we re valakirin û şandin, Aldar Xalil her roj li Hewlerê li deriyê PDKê dixist, lîsteya hewcedariyên gulle û bombeyên, cebilxaneyê dixwest.

Bînin bîra xwe Mahmûdê Reş, tu fermandarê pileya yekê bûy li Kobanî yê we di şevekê de bi dehan gund terikandin, tenê 2-3 kîlometr axa Kobanî mabûn di destê we de, hûn li Pirsûsê li ber derîyê sînorê Tirkiyê bûn û te cilên sivîl li xwe kiribûn, ha vê bîstê ha bîsteka din da Kobanî yê berdey û derbasî Tirkîyê bî, di wê dema sekeratê de, we bihîst ku Pêşmerge di hewara birayên xwe tên, te  kincên xwe yên sivîl ji xwe kirin û dîsa cilên leşkerî kirine ber xwe, Tê bîra te?

Divê hûn bînin bîra xwe ji ber ku em bi bîr tînin, Barzanî bû ku Rojava bir qada navneteweyî û rê li ber dagirkirina Rojava girtî, Hatina Pêşmerge ji bo Kobanî yê nasnameyek navdewletî ji bo Rojava çêkir, ji ber ku dîplomasîya Rojava li Hewlêrê di hate meşandinê hê wê demê çi hêzên navneteweyî YPGe-PYDe nas nedikirin, yê derîyê Rojava ji bo hêzên navneteweyî vekirî Barzanî bi xwe bû, hê wê demê Şahîn Cîlo ne bibo General Mazlûm, hê Aldarê teknîkçî ne bibo Aldar Xelîl û hê tû Mehmûdê Cebilxanecî bûy.

Ger Barzanî û Peymana Dihokê nebîya, eger Pêşmerge nehtiba, hûnê weke bi dehan hevalên xwe li Pirsûsê nava girseyê de berze biban.

Divê hemû Kurd vê rastiyê bizanibin, Tiştê ku Rojava kirî ye Rojava hêza dîplomatîk û karanîna Herêma Kurdistanê û Barzanî bi xwe ye, divê Kurd vê rastiyê jî bizanibin: Tiştê ku Mehmûdê Reş kirî kanîya av jê vexwarî şolîkirine û xîyanet li Kurdistanê kirine.

Pustên heman beş