PKKê nêzî sikrê Sergelê TNT kir

په‌كه‌كه‌-دهۆك-تاوان-pkk-duhok-tnt-1

Rêxistina PKKê careke din bi terzê terorîstan TNT û mayîn li gundên Başûrê Kurdistanê danane, dawî car xwest wê dera li nêzî sikrê gundê Sergelê yê girêdayî Dihokê bi teqîne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, hêzên Pêşmergehan yên Başûrê Kurdistanê hewleka din a rêxistina PKKê ji bo teqandina mayîn û TNT yan ji nav bir, paş ku duh êvarê TNT yeke rêxistinê li nêzî gundê Sergelê pûç kirî.

Dest nîşan kir, paş ku PKKê berîya dû rojan li ser rêya Kanê bo Amêdiyê tonelek li jêr erd çêkirî û pirî TNT kirî, duh êvarê hêza Pêşmergehan TNT yeke din ya rêxistinê li nêzî sikrê gundê Sergelê li navçeya Dêrelok û girêdayî devera nihêlê ji nav bir.

Rêxistina PKKê li van mehên dawîn danana TNT yan li ser rêya gundên Başûrê Kurdistanê û rêya Pêşmergehan ji xwe re kirîye kesabetek, her kêm di 8 mehên rabûrî de, ev dibe TNT ya 9ê a PKKê ku ji hêla hêza Pêşmergehan ve tê pûç û ji nav birin.

Pustên heman beş