Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Li Nisêbînê kesekî bombe pê re bû hat kuştin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Li Nisêbînê kesekî bombe pê re bû hat kuştin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hêzên ewlekariyê xwestine kesekî bisekinînin lê wî kesî hewil daye erîşî hêzên ewlekariyê bike û ew kes hatiye bêbandorkirin û jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Duşemê danê sibê li navenda Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber tevgerên biguman hêzên ewlekariyê xwestine kesekî bisekinînin, lê wî kesî xwestiye bi çenteyê di destê xwe de ku tê de bombe hebû, ber bi polîsan ve bibeze û bombayê biteqîne.

 

Li ser vê yekê jî polîsan mudaxale kiriye û kesê êrîşkar ê ku di deste wî de bomba hebû hatiye bêbandorkirin û jiyana xwe ji dest daye.

 

Wezaretê daye xuyakirin, ew kes endamê rêxistina neyasayî ye û piştî bûyerê bergiriyên berfireh ên ewlekariyê hatine standin ku tîmên teybet ên pûçkirina bombeyê jî li cihê bûyerê bombe pûç kirine.

 

Derbarê nasnameya kesê hatiye kuştin de ti agahî nehatin parvekirin.

Pustên heman beş