“Ciwanên Şoreşger” li Qamişloyê zarokeke 13 salî revand

"Ciwanên Şoreşger" li Qamişloyê zarokeke 13 salî revand

Li bajarê Qamişlo zarokeke 13 salî hat revandin û malbata wê dibêjin ew ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û bang li diyarkirina çarenivîsa wê dikin.

Siyamend Osman ji K24ê re ragihand, grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger xwişka wî ya 13 salî Sîmav Osman ji nava bajarê Qamişlo revand û heta niha ti agahî li ser çarenivîsê wê tune ne.

Siyamend Osman diyar kir, Sîmav 13 salî ye û îsal pola xwendinê ya heştan qedandiye û dema diçû xuleke havînan a amadekirina ji pola nehan re, ji aliyê grûpa Ciwanên Şoreşger ve hat revandin.

Siyamend Osman bang li rêxistinên mafên mirovan, parastina mafên zarokan, rêxistinên yasayî yên navxwe û navdewletî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, destêwedanê di pirsê de bikin ji bo xwişka wî ji bo mal û dibistana xwe bê vegerandin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Pustên heman beş