Berpirsê Liqa 23 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kirmanc Ebdullah ragihand: “Me baregeha xwe wergirtiye û di demeke nêz de PDK vedigere Mexmûrê.”
Kirmanc Ebdullah ji K24ê re diyar kir: “Ji bilî ku PDK baregehên xwe yên li Mexmûrê vedike, di heman demê de baregehên xwe yên li nahiya Sergeranê jî vedike, ku niha bi nûjenkirina baregehan ve mijûl in.”