Ji dema ku pêla vegerê bo Efrînê dest pê kiriye, ta niha bi sedan malbatên Kurd vegeriyane ser mal û mulkên xwe û pişta xwe dana deverên derbideriyê.
Pêla vegerê ji cenja qurbanê dest pê kir, û ta roja îro derbiderên Efrînê di rêyên qaçax re xwe digihînin malên xwe.
Di vê derbarê de, jêdereke agahdar diyar kir ku 160 malbat vegeriyan û rewşa xwe çareser kirine, ya herî dawiyê 13 malbat bi meşê û li ser lingan ji kampên Şehbayê vegeriyabû Efrînê.
Efrîn ji 2018an ve ketiye bin destê Turkiyê û çekdaran de, ji ber şerê Efrînê, bi dehê hezaran malbatên kurd jê derketin û ta niha beşek mezin di kampên Şehbayê de ne, PYDê jî rêgiriyê li vegera derbideran dike, bi buhaneya ku ew ê Efrînê rizgar bike.
Lê çavdêr tekez dikin ku rewşa Efrînê bi ya Sûriyê ve girêdayî ye, lê çareserkirina rewşa demkî bi vegera derbider û penaberan e, da ku her malbatek xwedî li mal û mulkên xwe derkeve û guhertina demoxrafî neyê çespandin.