Peykerê Hejar Mukriyanî li Mehabadê hat şewitandin

Peykerê helbestvanê Kurd ê navdar Hejar Mukriyanî li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê çend kesan ve hat şewitandin.

Li gor dîmenên li tora civakî belav bûne, çend kesên nenas agir bi peykerên Hejar Mukriyanî li meydana bajarê Mehabadê xistine û peyker tê şewitandin.

Hejar mukriyanî şaîr û helbestvanekî Kurd ê navdar e û peykerê wî ji aliyê hunermendê Kurd Hadî Ziyadîn ve hatibû dirustkirin.

Di heyama sala borî de, çendîn car in peyker û gorên hunermend û rewşenbîrên Kurd ên Mehabadê ji aliyê kesên nenas ve tên şewitandin. Di meha Çilaya borî de jî gora hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê li Mehabadê jî rastî êrîşê hatibû û bi boyaxê navnîşan û nivîsên li ser kêlka Mamlê reş kiribûn.

Şaîrê Kurd Hejar Mukriyanî navê wî Ebdulrehman Şerefkendî ye û sala 1921an li bajarê Mehabadê ji dayik bûye û çalakvanekî Komara Kurdistanê li Mehabadê bû. Hejmar Mukriyanî piştî şikestina komarê di sala 1947an de çû Silêmaniyê û piştre li Bexdayê bi cih bû.

Hejar Mukriyanî roja 21.02.1991an di temenê 70 saliyê de koça dawiyê kir û li bajarê Mehabadê bi xakê hat spartin.

Pustên heman beş