Çeteyên Tirkiyê 19 Kurd ji Cindirêsê û Şerayê revandin

ميليشيا أردوغان اختطاف جندريسة -Cindirêsê û Şerayê (2)

Çetyên Tirkiyê 19 kesên din ji gundên girêdayî navçeyên Cindirêsê û Şerayê ên herêma Efrînê revandin, yêk jê nexweşe û bi dest rakirine.

Çetyên girûpa Sultan Murad ku Tirkiye pişitgriyê dide wan, li berbanga roja sêşemê 10/8/2021ê bi ser gundekê Cindirêsê de girtin û 4 şênî revandin, yêk jê nexweşe û çeteyan ew bi dest rakirine.

Her wiha duh roja çarşemê, çeteyên Sultan Murad 15 şênî ji gundekê sînorê Şerayê revandin.

Çavkaniyên Rojava Kurdistanê dest nîşan kirine, kesên ku ji roja sêşemîya rabûrî ve hatine revandin, ji bo zîndanekê ku dikeve gundê Êska yê Şerayê hatine veguhestin.

Pustên heman beş