Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ragihand, ew û artêşa Iraqê du hêzên hevbeş pêk tînin.
Îro şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê gihişte Hewlêrê bi mebesta gotûbêjkirina ligel Wezareta Pêşmerge li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera her du aliyan de.
Serokerkanê Pêşmerge Cemal Êminkî di civîneke çapemeniyê de ragihand; Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ligel şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê li ser pêkanîna navendeke hevbeş li Diyala, rojavayê Neynewa, Mexmûr, Kerkûk û Xaneqînê civiya.
Cemal Êminkî eşkere kir ku damezrandina du lîwayên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de li ser xeta temasa navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û hêzên Iraqê, mijareke din a civînê bû, her du alî û hevpeymanan kêfxweş in ku ew lîwa werin pêkanîn.
Serokerkanê Pêşmerge destnîşan kir ku ligel Wezareta Berevaniya Iraqê li ser hemahengiya danûstandina zanyariyên îstixbaratê, li hev kirine.