Welatiyek bi gulleya Doçkaya artêşa Tirkiyê şehîd ket

Welatiyek bi gulleya Doçkaya artêşa Tirkiyê şehîd ket

Li nahiya Kanî Masêya ser bi bajarê Duhokê welatiyek di şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de şehîd bû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja eynî, 13/8/2021an, bi sedema şerê di nêvbera PKKê û artêşa Tirkiyê de, welatiyê bi navê «Îbrahîm Hesen Mihemed» temen 50 sal, di nava gundê Dişîşê da ku yek ji wan gundane bi sedema şerê di nêvbera PKKê û artêşa Tirkiyê de hatiye çûlkirin bi gulleya doçkayê şehîd ket.

Di meha Gulana borî de şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiye û PKKê li deverên sînorîyên herêma Kurdistanê bi tundî dest pê kir û di encama wan pevçûnan de hejmarek welatiyên herêma Kurdistanê şehîd bûn û bi sedan malbat jî ji mal û milkê xwe aware û derbeder bûn.

Pustên heman beş