Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, gundewarên Til Temirê topbaran kirin û di encamê de hejmarek ji welatiyên gundên nêzîkî sengerên şer, koçber bûn.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) Aram Hena diyar kir, Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, bi çekên giran dest bi topbaranê kirin û ziyaneke mezin gîhandin malên welatiyan.