Li Bêdlîsê polîsan êrîşî dikandaran kirin: Herî kêm 70 kes hatin desteserkirin

Li Bêdlîsê polîsan êrîşî dikandaran kirin: Herî kêm 70 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Bêdlîsê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan êrîşî dikandarên ku nexwestin dest ji dikanên xwe berdin kirin û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davut Tezcan jî di nav de, herî kêm 70 kes desteser kirin.

 

Li taxên Ataturk, Devrîm, Gazibey, Hersan û Muştakbaba ser bi parêzgeha Bêdlîsê, 700 avahî ji Nîsana 2020an ve bi biryara Serokkomartiya Tirkiyê, wek devera metirsîdar hate ragihandin. Piştî biryarê, di encama serlêdana dikandaran ji aliyê dadgehê ve biryara `rawestandina rêvebirinê` hate dayîn. Ligel vê biryarê jî ji dikandara hat xwestin ku heta 30ê Temûza 2021ê kargehên xwe vala bikin.

 

Li gor agahiyan, 14ê Tebaxê di saet 00:30an de, polîsan xwest kargehan vala bike lê rastî nerazîbûna dikandaran hat û di encamê de polîsan bi guleyên plastîkî û bombeyên gazê êrîşî dikandaran kirin û herî kêm 70 kes desteser kirin.

 

Hat diyarkirin, hejmareke dikandarê ku di êrîşê de birîndar bûne, rakirine nexweşxaneyê.

Pustên heman beş