Niştecihê gundê Deşîşêyê ku di pevçûna PKK-TSKê de şehîd bûbû, li Zaxoyê hat bi ax sipartin

Niştecihê gundê Deşîşêyê ku di pevçûna PKK-TSKê de şehîd bûbû, li Zaxoyê hat bi ax sipartin

Îbrahîm Hasan Muhammedê ku ji gundê Deşîşêye û di pevçûna navbera PKK û Tsk de şehîd bûbû li Zaxoyê hat bi ax sipartin.

 

Gundê Deşîşê di 15ê Gulanê da ji ber pevçûnên di navbera Tirkiye û PKKê de hatbû valakirin. Îbrahîm Hasan û 10 gundî di Demên cuda de ji bo avdana baxçeyên xwe diçûn gundên xwe.

 

Îbrahîm Hasan Muhammed duh ji bo avdana baxçeyê xwe dîsa çû gundê Deşîşê. Dema ku Îbrahîm Hasan li gund bû, di navbera hêzên çekdarên tirk û PKKê de li herêmê pevçûn derket. Di dema pevçûnê de, bavê 7 zarokan yê 52 salî, Îbrahîm Hasan Muhammed, di êrîşa hewayîya balafirên şerên hêzên çekdarên tirk de jiyana xwe ji dest da.

 

Dayk û jina wî peyvîn

 

Dayka Îbrahîm Hasan, Emîne Ebûzed ji Rûdawê re axvî û got: ew nû çûbû baxçeyê xwe av bide. Min 10 caran jêre got, ” Ji bo xatrê pêxember neçî, bavê te di wan waran de xêr nedîtiye, tu jî nabînî”.

 

Hevjîna Îbrahîm Hasan, Bahar Ezedîn got, “wî barê 13-14 kesan ji min re hişt. Zarokên min hene. Hemû bar li ser min ma. Pêwîstiya me hemûyan bi wî hebû, “.

 

Pevçûnên TSK û PKK zirarê dide gel

 

Di pevçûnên TSK û PKKê de herî zêde gelê sivîl zirarê dibîne. Di şer de tu alî xema mirovan naxwe. Dema ku PKK gel û gundiyan wekî mertalên zindî bikar tîne, TSK dudil nabe ku sivîlan bike hedef.

Pustên heman beş