Amnesty: dibe ku Îran girtiyê siyasîyê kurd îdam bike

Amnesty: dibe ku Îran girtiyê siyasîyê kurd îdam bike

Dadgeha bilinda Sine îtraza girtiyê siyasîyê kurd haydar qurbanî red kir û cezayê darvekirinê erê kir. Hate hînbûn ku Qurbanî ji bo pêkanîna biryarê şandine dadgeha Kamyaranê.

 

Dadgeha bilinda Sine daxwaza parêzerên girtiyê siyasîyê kurd Haydar Qurbanî ya hefteya borî “ji nû ve vekolîna dozê” red kir.

 

Parêzerê Qurbanî, Muhammed Salih Nikbaht, diyar kir ku muwekîlê wî heta niha du caran serî li dadgeha bilinda dadê ya Îranê dane û xwestine dosyeya wan ji nû ve bê lêkolînkirin, lê belê daxwazên wan her du caran hatine redkirin.

 

Nikbaht diyar kir ku haydar qurbanî ku di îlona 2016an de li Kamyaranê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatbû binçavkirin, ji bo bicihanîna cezayê darvekirinê bo Kamyaranê hat şand.

 

Li aliyê din, rêxistina efûyê ya navneteweyî (Amnesty) daxuyanyek da û dyar kir ku girtyê syasîyê kurd qurbanî di bin xetereya darvekrinê deye.

 

Di daxuyanyê de, hate bbîrxistin ku qurbanî, ne ji rêxistinek çekdare û her çend ku ev yek ji hêla dadgehê ve hatye piştrast kirin jî lê belê ji ber şoreşa çekdarîya li dijî Hikûmeta Îranê, cezayê darvekirinê lê hat birîn.

 

Di cotmeha 2019an de, şaxê Sineyê Dadgeha Tawanana Îranê Haydar Qurban bi 90 sal zîndan mehkûm kir, lê paşê di Sibata 2020an de cezayê wî bi mirinê daxist.

Pustên heman beş