PDKê li Kerkûkê bangeşeya hilbijartinan da destpêkirin

PDKê li Kerkûkê bangeşeya hilbijartinan da destpêkirin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di serî de Kerkûk û li deverên din ên Kurdistanî ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, dest bi bangeşeya hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmeha 2021ê yên li Iraqê dike.

 

Berdevkê PDKê li Kerkûkê Saman Reşîd ji K24ê re ragihandiye, “Bernameya me giştgîr e, ji bo Herêma Kurdistanê û parêzgehên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. Li Kerkûkê me çend nivîsgeh vekirine û karên xwe di çarçoveya rênimayên Komisyona Hilbijartinê de dikin.”

 

Saman Reşîd got: “Piştî 16ê Cotmeha 2017an, rewşeke ne asayî bi ser Kerkûkê de hat. Îdareyeke leşkerî li bajêr heye û çendîn hêzên cuda jî hene. Her çend e nivîsgehên me hatine dagîrkirin jî, lê em li wan nivîsgehan kar dikin. Eger rêgirî li me were kirin, em ê giliyan tomar bikin.”

 

Berdevkê PDKê li Kerkûkê diyar kir: “Me wek PDKê di vê qonaxê de, ji bo bangeşeyê û birêvebirina karên xwe, me nivîsgeh vekirine û em hewla serxistina kandîdên xwe didin. Em bi riya parlamenterên me hewl didin di xula bê ya parlamentoya Iraqê de rewşa Kerkûkê asayî bibe û pirsgirêkên bajêr jî bêne çareserkirin.”

 

Saman Reşîd da zanîn: “Niha kandîdên me li Kerkûkê ne û helmeta bangeşeyê li bajêr jî dest pê kiriye.

Pustên heman beş