Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDKa Rojhilat Mûsa Babaxanî daxuyaniyek belav kir.
Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDKa Rohilat, Mûsa Babaxanî ku roja 7 vê mehê li Hewlêrê hatibû terorkirin, daxuyaniyek belav kir û ragihand, gumanlêkiriyê serekî yê wê rûdanê kesek e bi navê Sermed Dawûd Ebd Elî ku wek Saman Îlamî tê naskirin.
Asayişa Hewlêrê ragihandiye, tohmetbarê serekî yê wî çalakiya terorê reviya Îranê lê fermana girtina wî hatiye dayîn û hewlên girtina wî berdewam in. Her pêşhatek nû jî rû bide dê raya giştî were agahdarkirin.