Li Metînayê Şer: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Li Metînayê Şer: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Lî Çiyayê Metînayê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket û di encamê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li çiyayê Metînayê di şerê navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek hat belav kirin û tê de hat ragihandin ku gerîlayên PKKê li herêma ku operasyona “Pençe-Brûsk” dewam dike, baregeheke ku leşkerên wan lê ne kirin armanc.

Li gor wezaretê leşkerê bi navê Muhammed Ozturk li nexweşxaneya ku lê hatiye rakirin jiyana xwe ji dest daye û leşkerê birîndar jî rakirin nexweşxaneyê û dermankirina wî dest pê kiriye.

Li aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di 14ê Tebaxê de li dijî leşkerên ku li herêma Metîna bi cih bûne, çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya HPGê hat diyar kirin ku di çalakiya li dijî girê ku leşker lê bi cih bûne de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja 12ê Tebaxê li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku di êrîşeka artêşa Tirkiyê de, 3 Gêrîlayên PKKê hatine armanc girtin û can dane.

Pustên heman beş