Parêzgariya Hatayê, li bajarê Kîlîsê navê mizgefta ‘Kurtler Camîî’ piştî restorasyonê guhert û kir ‘Turkler Camîî’.
Parêzgariya Hatayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir, ji ber piştî restorasyonê pir hatiye guhertin û tiştekî têkildarî berê nemaye, navê wê kirine ‘Mizgefta Tirkan’.
Wezareta Turîzm û Çandê, li bajarê Kîlîsê mizgefta bi navê ‘Kurtler Camîî’ ya di sedsala 17emîn de, ji aliyê Huseyîn Axa yê Kurd ve hatibû avakirin, di sala 2018an de navê wê guhert û navê ‘Turkler Camii’ lê danî. Mizgeft di sala 2018an de bi erêkirina Midûriyeta Giştî ya Vakifan navê wê hat guhertin û kirin ‘Turkler Camii’. Mizgefta ku berê tabelaya ‘Kurtler Camîî’ li ser hatibû hiştin, niha bi temamî tabela rakirin û tenê tabeleya ‘Turkler Camîî’ hiştin.