Tirkiyê nexweşxaneyeka PKKê li Şengalê bordoman kir

Balefirên Tirkiyê îro êrîşeka asmanî li nêzî Şengalê pêk îna, nexweşxaneyeka PKKê hedef kir û kuştî û birîndar hene.

Balefrên Tirkiyê îro roja sêşemî 17/8/2021an liv û tevgerên çekdarên girêdayî PKKê li gundê Sikêniyê li nêzî Şengalê bordoman kir, li gorî agahiyên taybet ên pêgeha Darka Mazî, balefiran dibistana gund hedef kirîye ji ber ku rêxistina PKKê ev dibistan weke nexweşxanê bi kar tîna.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir,ev êrîş li demjmêr 2:30 bo 3:00 êvara îro pêkhatîye û kuştî û birîndar hene ku ji yekîneyên berxwedana Şengalê YBŞê a girêday PKKê ne.

Pustên heman beş