YBŞê li Şengalê êrîşa tîma Rûdaw ê kir

Çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞê a girêdayî PKKê îro êrîşî ser tîma kenala Rûdaw ê kirin û peyamnêrê Rûdaw ê yê bi navê Tehsîn Qasim jî birîndar kirine.

Îro roja sêşemê 17/8/2021an, çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku bi baskê PKKê yê Şengalê tên hesab kirin, êrîşa tîma rûdaw ê kirin û peyamnêrê wan yê Dihokê yê bi navê Tehsîn Qasim birîndar kirine.

Tîma Rûdaw ê ji boy rûmala bombebarankirina binkeya tenduristiyê ya YBŞê çûbû Şengalê, lê belê çekdarên YBŞê êrîşa wan kir, erebeya wan şikand, kamîre û kel û pelên tîma Rûdaw ê jî bi xwe re birine.

Balefirên Tirkiyê îro dibistana gundê Sikênyê yê nêzî Şengalê bordoman kir, çekdarên YBŞê ev dibistan weke binkeya tenduristiyê bi kar tîna, medyaya PKKê jî digo balefiran nexweşxaneya Şengalê hedef kirine, ji bo ku cînayeta dest danîna xwe ya ser dibistanên Şengalê bi peçine.

Rêxistina PKKê ne tenê li dijî azadîya raderbirînê, fikir û medyaya azade, belku her kes û aliyê li dijî wê bi axve, yan rastîya bûyeran weke heyî ji gel re bibêje, ji hêla çekdarên PKKê ve rastî êrîşan tê.

Li meha rabûrî jî çekdarên YBŞê Nasir Elî berpirsê ofîsa Rûdaw ê ya Dihokê li Şengalê desteser kir bû, lê belê piştire bi hewlên artêşa Îraqê hat azad kirin.

Pustên heman beş