Di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser gundewarê Hesekê de, 14 kesên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve,duhî gundên ser bi Til Temir û Zirganê ve topbaran kirin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama topbaranê de jinek û zaroka wê hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Di nava birîndaran de jin û zarok jî hene.
Rewaneghê destnîşan kir jî, ji tirsa êrîş û topbaranê, bi dehan malbatan malên xwe hîştin û koçber bûn.
Pêr jî grûpên ser bi Tirkiyê ve gundên Dirdara û Til Şinanê yên li gundewarê Til Temirê û westgeha elektirîkê Til Temirê dabû ber topan û û ziyan tenê madî bûn.