Çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê bombeyek li ser riya welatî û Pêşmergeyan danî û bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya.
Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Li sînorê qezaya Amêdiyê çekdarên PKKê bombeyek li ser riya çûnûhatina Pêşmerge û xelkê sivîla çand, di encamê de bombeya çandî bi otomobîleke Pêşmerge de diteqe, her çend e xweşbextane ziyanên canî jê derneketin, tenê Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.”
Birîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Dixwazin raya giştî û xelkê Kurdistanê agahdar bikin ku çendîn car e PKK van riftaran li sînorê erkê Pêşmerge dubare dike û herwiha karê têkderane encam dide, bi van riftaran metirsiyê li ser sînor û xelkê sivîl dirust dike.”