YPG: Ti têkiliya me bi mûşekbarana Efrînê re tune ye

YPG: Ti têkiliya me bi mûşekbarana Efrînê re tune ye

Yekîneyên Parastina Gel (YPG – Baskê PKKê li Rojava) ragihand ku ti têkiliya hêzên wan bi topbarana duh li ser bajarê Efrînê re tune ye. 

 

Duh navenda bajarê Efrînê bi mûşekan hatibû topbarankirin û Tirkiyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi topbarana li ser bajêr, tohmetbar kiribû.

 

Navenda Ragihandinê ya YPGê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkiliya hêzên xwe bi wê topbaranê red kir.

 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Ti têkiliya me bi bûyera ku duh li Efrînê çêbû, tune ye. Tevî ku me gelek caran da xuyakirin ku li herêma navborî tu hêzên me nînin jî, dewleta Tirk her tim hewl dide bûyerên li vê herêmê diqewimin, biavêje ser me. Nûçe û îdiayên bi vî awayî dûrî rastiyê ne.”

 

Duh derdora demjimêr 14:30 hejmarek mûşek li nava bajarê Efrînê li taxa sivîlan û li benzînexaneyekê ketin û agir bi benzînxaneyê ket.

 

Di encama ketina mûşekan de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Pustên heman beş