PKKê keçeke 15 salî revand

PKKê keçeke 15 salî revand

Çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê keçeke 15 salî li nava bajarên Şehbayê yê Helebê revandine û çekdar kirine.

Keçeke bi navê Fatîme Nesane, ji aliyê ‘’Rêxistina Ciwanên Şoreşger’’ a ser bi PKKê ve li navçeya Şehbayê li gundewarên Helebê hatiye revandin.

Bavê Fatîme Nesane ku nexweşiyên wî yên demdirêj hene di kurtevîdyoyekî de ku di sosyal medyayê de parve kiriye dibêje:’’ Fatîme kar dikir û debara malbata me dikir.’’

Bavê Fatmayê herweha ragihandiye: heya niha çarenûsa Fatmayê ne xuyaye û daxwaz ji rayedarên PKKê li Rojavayê Kurdistanê dike, keça wî azad bikin.

Rêixistinên mirovî berdewam daxwazê ji PKKê dikin zarokên temenê wan di jêr 18 salan de ye çekdar neke û di şerê xwe de nede kuştin. Lêbelê PKK berdewam e li revandin û çekdarkirina zarokan.

Çalakvanên Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê dikin ku ‘’Ciwanên Şoreşger’’ çendîn baregeh li bajarên Rojavayê Kurdistanê ji bo çekdarkirina zarokan danîne.

Pustên heman beş