Yek ji wan kesên ku DAIŞê li Mexmûrê revandibû, li hember 500 hezar dolar pare hate azad kirin û vegerya nav kesûkarên xwe.
Îro 21.08.2021ê Remezan Mihemed Welî yê ku şivan bû li gundê Birayîm Bawil ya Mexmûrê û berî çend rojan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin û îro hate azad kirin.
Mamê wî hemwelatiyê ku hatî revandin ê bi navê Komar Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 14 roj revandina birazawayê min a ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, ku şivan bû li gundê Birayîm Bawil hat azad kirin.’’
Herwaha got: ‘’Birazawayê min temenê wî 16 sale, di vê heyamê de wekî wî behs kiriye, ew birine çiyayê Qereçûxê, li wê derê hiştine, lê gelek westiya ye.’’
Navborî got: ‘’Birazawayê min li hember pareyekî zêde û bi 500 hezar dolar ve hate azad kirin.’’