PKKê 2 welatî li Şengalê revandin

Du welatiyên xelkê gundê Werdiyê li sînorê Şengalê ji hêla kesên nenas kirî ve hatine revandin, lê belê guman heye PKKê ev cînayet encam da be.

Kenala Kurdistan 24ê îro roja yekşemî 22/8/2021an ragihand, du welatiyên Şengalê bi navê Bircis Xelîl Ebdu û Cemîl Xidir Serhan ku ji gundê Werdiye yê ne li dema vegerê bo malê, ji hêla hin kesên nenas kirî hatine revandin û çarenivîsa wan nediyare.

Malbatên van herdu kesan ji aliyên pêwendîdar xwestine, teqîba çarenivîsa wan bikin û lelkolînan bikin.

Hêjay gotinê ye, navçeya ku ev herdu kes lê hatine revandin, li jêr desthilata çekdarên girêdayî rêxistina PKKê ye, loma guman tê kirin PKKê ev tawan encam da be.

Pustên heman beş