Çalakvana Êzdî: Keçên DAIŞê revandine rizgar dibin, lê yên PKKe direvîne nayên azad kirin

په‌كه‌كه‌-شنگال-دلڤین خه‌له‌ف-pkk-sincar

Keça çalakvana êzdî aşkera kir, çekdarên PKKê rewşa Şingalê têkdane û gelek keçên bin temen 18 salî revandine û ti peyvendiya wan li gel dayîk û bavê wan nemaye.

Çalakvana êzdî Dilvîn Xelef ji BasNewsê re ragehand: ‘’hatina PKKê bo nav Şingalê tenê ji bo wê yekê ye ku bajar ji xelkê wê re nemîne û hemû hewldana wan ew e Tirkiye bê bo vê deverê. Bi rastî Şingal qada şerê PKKê nîne û bila biçin bakurê Kurdistanê kar bikin. Bila şer û aloziyan veguhêzin bi nav axa xwe. Ji ber Şingal beşeke ji axa herêma Kurdistanê û êdî pêwîst nake PKK bibe sedemê alozî û pirsgirêkan li navçeyê’’.

Çalakvana êzdî got: ‘’PKKê dest ji bakurê Kurdistanê berdaye û hatiye nav Şingalê bûye serêşe û gelek pirsgirêkên civakî bo xelkê çêkirine. Bi taybet revandin û bêserşûn kirina keçên bin temenê 18 salî pir zêde bûye. Êzdî êdî wek berê qebûl nakin keçên wan bibin çiye û ji dayîk û bav û merivên wan bên qutkirin, tişta ku PKK dike dijî kevneşopiyên êzdiyan e’’.

Dilvîn Xelef ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew keçên ku çûne nav PKKê ti yek ji wan jî bi dilê xwe neçûne. Ji aliyê PKKê ve hatine revandin û mêjiyê wan şuştine. PKK pirsgirêk û astenge bo hemû malbatan. Ji ber gelek keçên bin temenê 18 saliyê birine fêrgehên xwe û mêjiyê hemûyan têkdane û hemû xapandine û wisa li wan kirine êdî ji merivên xwe dûr dikevin’’.

Herwaha got: ‘’Dayîk û bavên wan keçên ji aliyê PKKê ve hatine revandin, gelek caran hewldan zarokên xwe bibînin, lê PKKê bi ti awayekî rê neda û nahêle. Bi rastî hêviya me heye revandiyên dest terorîstên DAIŞê bên azad kirin, lê ti hêviya me û baweriya me bi wê yekê tine ku ew keçên PKKê revandine careke din bên rizgar kirin û bi malbatên xwe şad bibin’’.

Dilvîn Xelef got: ‘’Zanyariyên me hene ku PKK çi bi serê wan keçan aniye, ji ber careke din nikaribin vegerin nav malbat û merivên xwe, ji aliyê PKKê ve rastî zor û sîtemê hatine’’.

Pustên heman beş