Nivîskarê Kurd Abdurrahman Onen wefat kir

Abdurrahman Onen-kurd (2)

Nivîskar, rewşenbîrê Kurd, Abdurrahman Onen îro Duşemê 23ê Tebaxa 2021an ji ber nexweşiya penceşêrê di 65 saliya xwe de li Stenbolê koça dawî kir.

Abdurrahman Onen beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû û dihat dermankirin. Onen îro serê sibê li Nexweşxaneya Istinye ya bajarê Stenbolê koça dawî kir.

Malbata Onen ragihand, “beriya du rojan ji ber têkçûna rewşa xwe ya tendirustiyê Abdurrahman Onen li Nexweşxaneya Istinye ya Stenbolê hatibû razandin û dihat dermankirin.

Diyar kir hêj nehatiye diyarkirin, ka cenazeyê Abdurrahman Onen dê li kuderê bê veşartin.

Abdurrahman Onen kî ye?

  • Ji navçeya Dêrika Çîyayê Mazî ya Mêrdînê ye.

  • Di 24.02.1956an de hatîye dinê.

  • Dibistana seretayî û navendî li Dêrikê, ya amadeyî li Mêrdînê, zanîngeh jî li Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Erdnigariyê xwendiye.

  • Heta sala 2008an li Stenbolê li gelek dibistanan mamostetiya erdnîgariyê û dersa Kurmancî  kiriye.

  • Pirtûkên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatine çapkirin û weşandin û ev armanc hebû:

  • Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.

  • Wergera pirtûkên dersan ên bi tîpên Kîrîlî û Erebî ya ji bo tîpên Latinî.

  • Pêdekirina hemû pirtûkên ku li ser Kurdan hatine nivîsandin.

  • Xebatên ji bo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.

  • Di vê çarçoweyê de, wî jî biryar daye ku ji bo erdnîgarîya Kurdistanê bixebite da ku wek mamosteyekî Kurd karibe dersa erdnîgarîyê bi Kurdî bide.

Pustên heman beş