30 kîlo TNT ya ku PKKê li ser rêya sivîla danîbû hat pûçkirin

30 kîlo TNT ya ku PKKê li ser rêya sivîla danîbû hat pûçkirin

Li gundê Sergelê yê ser bi devera Amêdiyê ve TNT ya ku çekdarên rêxistina PKKê li ser rêya şêniyên vî gundî danîbû ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat pûçkirin û şêniyên gund ji vê xeteriyê rizgar kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Amêdiyê ragihand, îro roja duşemî 23/8/2021an, hêzên pêşmerge yên Kurdistanê li gundê Sergelê yê ser bi Amêdiyê ve karîn 30 kîlo TNT ya ku ji hêla çekdarên rêxistina PKKê ve li ser rêya şêniyên gundê Sergelê hatbû danîn pûç bikin. Ev rê rêyeke axê ye û şêniyên gund ji boy çûn û hatina di nava rez û baxên xwe bikar tînin, anku rêyeke ku bi tenê şêniyên gund ji boy cotkariyê bi kar tînin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kir, piştî ku hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ji hêla yek ji şêniyên gund ve tên haydarkirin ku çekdarên PKKê li ser gund TNT danîye, li saet 5ê êvarê hêzên pêşmerge tîmeke taybet bi pûçkirina TNT şandiye û kariye wê TNT’iyê ku 30 kîlo bûye pûç bike.

Piştî ku PKKê piraniya navçeyên sînorî yên di nêvber Bakur û Başûrê Kurdistanê radestî artêşa Tirkiyê kirî niha hêzên xwe li nêzî gund û bajarên başûr bicî kirîne, ev yek jî bûye sedema dirustkirina alozîyan, tevî ku şêniyên başûr ji PKKê dixwazin çekdarên xwe nêzî gundên wan nekin, lê belê PKKe guh nade daxwaza wan û pêtir nêz dibe, PKKe bi vê yekê bi tenê razî nabe û TNT jî li ser rêya xelkê didane.

Tê zanîn ku ev ne cara yekemîne PKKe TNT li ser rêya gelê başûr didane, belku pêş niha hin caran û li hin navçeyên cuda li ser rêya şênî û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê TNT danaye û bûye sedema şehîdkirin û birîndar kirina gelê başûr.

Pustên heman beş