Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, PKK û Heşda Şeibî zarokan çekdar dikin û bo berjewendiyên xwe didin şerkirin.
Wezareta derve ya Amerîka raporta xwe ya salane li ser çekdarkirina zarokan û bazirganîkirin bi mirovan belav kir.
Di raportê de hatiye gotin, li Iraqê ji bilî Herêma Kurdistanê, komên çekdar, milîsên Heşda Şeibî, DAIŞ, komên girêdayî PKKê li ser revandin û çekdarkirina zarokan, bikaranîna wan bo şer, bikaranîna wan mertalên mirovî û bikuj û xwekuj berdewam in.
Di raporta her wiha hatiye gotin, PKK û YPG zarokan çekdar dikin bi taybet li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Şingalê vê yekê dikin.
Li gorî raportê, milîsên PKKê li Şingalê tenê sala 2018 herî kêm 20 zarok çekdar kirine û xistine nav şer.
Di raportê de hatiye gotin jî, PKK û Yekîneyên Parastina Şingalê (YBŞ) girêdayî PKKê ji sala 2018 ve heta niha bi sedan zarokên êzîdî revandine û çekdar kirine.
Saziyên civaka sivîl jî dane zanîn, PKK zarokên Şingal, Mexmûr û deverên din çekdar dike û wan fêrî şer û kuştinê dike paşê dişîne Qendîl, Şingal û deverên sînorî yên Herêma Kurdistan, Îran û Tirkiyê.