Çend gundên Pênciwînê ji aliyê firokeyan ve hatin bordûmankirin

Çend gundên Pênciwînê ji aliyê firokeyan ve hatin bordûmankirin

Derdora 8 gundên qezaya Pêncwênê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, destê sibeha îro hatin bombebarankirin. Qaymeqamê Pêncwênê daye zanîn: “Bombebarana gundan, 20 xulekan dom kiriye, lê belê ziyaneke zêde nebûye.”

Qaymeqamê Pêncwênê Zana Rehman diyar kiriye: “Seet 6:30 xulekên sibeha îro, heta 20 xulekan ew gund hatine bombebarankirin. Cihên ku hatine armanckirin jî, cihên çandiniyê ne.”

Zana Rehman destnîşan kiriye: “Tevî ku ew zanyariyên destpêkê ne, lê hemû guman diçin ser vê yekê ku dronên Tirkiyê bin. Em dê lêkolînên zêdetir jî dikin.”

Di debrarê ziyanan de jî Qaymeqamê Pêncwênê eşkere kir: “Ti ziyaneke canî û madî nebûye, lê tirs di nava xelkê navçeyê de peyda bûye.”

Ew gund dikevin ser yek hêlê, ku gundên Omeresênan, Binawiyan, Kanî Mîran, Wiryawe, Salyawe û Qizilco ne.

Pustên heman beş