Ofîsa PDK-Sê ya li Amûdê hate şewitandin

Ofîsa PDK-Sê ya li Amûdê hate şewitandin

Ofîsa Rêxistina Amûde ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) hat şewitandin.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Amûdê ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de belav kir, îro demjimêr 1:00 (piştî nîvê şevê) baregeha Rêxistina Amûde ya PDK-Sê rastî êrîşekê hat, kelûpelên di hundirê wê de hatin şikandin û piştre jî hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat got, agir bi hevkariya cîranan û hin endamên PDK-Sê ve hate vemirandin.

Di çend salên borî de, gelek caran ofîsên PDK-Sê û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hatibûn şewitandin û berpirsên PDK-Sê û ENKSê jî, rêxistinên ser bi PYDê ve û bi taybet Tevgera Ciwanên Şoreşger bi wan êrîşan tometbar dikin.

Pustên heman beş