Tirkiye zanyariyan li ser bombebarana li Pênciwîn û Şarbajêrê belav dike

Tirkiye zanyariyan li ser bombebarana li Pênciwîn û Şarbajêrê belav dike

 Îro danê sibê 20 Firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê gundên deverên Pênciwîn û Şarbajêr ên li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.  Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, di êrişê de 28 hedef hatine bombebarankirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê vîdyoya dema êrîşên asmanî belav kir ku Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar bi xwe serperiştiya êrîşê dike û ragihand, di operasyoneke asmanî de û bi hevahengiya ligel Dezgeha Hewakgiriya Niştimanî, li devera Asosê 28 armancên PKKê hatin jinavbirin.”

Ajanasa fermî ya Tirkiyê eşkere kiriye, bombebarana çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bi beşdariya 20 balafirên şer ên Tirkiyê hatiye kirin û êrîş di kûrahiya 200 kîlometrî ji axa Herêma Kurdistanê de pêk hatiye.

Medyaya nêzîkî PKKê jî têkildarî bombebaranê tenê ragihandiye ku di saet 06:30 de li gorî dema herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê qadeke nêzî bajarokê Pêncwênê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, di operasyonê de derbeke giran li PKKê hatiye xistin.

Pustên heman beş