Xwestin ji zindana PKKê birevin lê hatin girtin

Xwestin ji zindana PKKê birevin lê hatin girtin

Hat zanîn ku 3 ciwanên kurd dema ji kampa Mexmûrê ya di bin desthilatdariya PKKê de reviyay, ji hêla leşkerê Îraqê ve tên girtin, piştre radestî PKKê tên kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, hêzên supayê îraqê li roja 10/7/2021an karîne 3 kesan desteser bikin ku du ji wan keç û yek din kur bûye, ti yek ji van kesane nasname pêre nebûye, piştî ku lêkolîn bi wan re tê kirin îtîraf dikin ku li kampa Mexmûrê ya di bin desthilata PKKê de reviyane û xwastiye herin nava malbatên xwe de. Her weha hatiye hîn bûn ku ev kes şêniyên Rojavayê Kurdistanê ne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî, nasnameya van kesan bi vî awa dan nasandin; “Barîn Xelîl Ali” ku di nava rêxistina PKKê de bi “Ciwan Naîf Tahir” tê naskirin, “Nesrîn Selah Şindîn” ku di nava PKKê de bi “Feraşîn Selah Şindîn ” tê naskirin û “Mihemed Hacî” ku bi kod navê “Zinar Mihemed Emîn” tê naskirin.

Di dema lekolînê de van sê kesa îtîraf kiriye ku li sala 2014an, di temenê 11-13 salî de ew li dibistanên Rimêlan û Serê Kaniyê û Qamişlo ji hêla PKKê ve hatine revand, piştre ew ji boy perwerdehiyê hatine şandin ji boy cîhên perwerdehiya leşkirî ku PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji boy çekdar kirin û perwerde ya leşkirî ji zarokan re ava kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kiriye, paş ku ji hêla rayedarên leşkerî yên supayê Îraqê peywendî bi malbatên van ciwanên kurd hatiye kirin, malbatên wan tekez kiriye ku di sala 2014an de zarokên wan ji hêla PKKê ve hatine revandin û piştre ti agahî ji wan nestandine, ji ber ku PKKê rê bi wan nedaye peywendiyê bi malbatên xwe bikin, her weha ti agahî bi malbatên wan jî nedane.

Supayê Îraqê dixwest van ciwanan radestî malbatên wan bikin, lê belê piştî tedaxula general “Idris” ku berpirsî serbazî ye li Mexmûrê û ser bi YNKê ye, peywendî bi berpirsa têkilîyên kampa Mexmûrê a bi navê “Henîfe Mistefa Mihemed” bi kod navê “‘Ayşe” tê kirin û her sê ciwanên ku dixwest ji PKKê rizgar bibin careke din radestî PKKê tên kirin.

Tê zanîn ku PKKe ji destpêka damezrandina xwe haya niha berdewame li ser revandina zarokên kurd û çekdar kirina wan, tevî ku ev yek bûye sedema rexne kirina PKKê ji hêla navxweyî û navnetewî, lê belê PKKe berdewame li ser revandina zarokan û bi zor çekdar kirina wan, herî dawî wezareta derve ya Amerîkayê di rapora xwe ya salane de êmaje bi vê yekê kiriye û ragihandiye ku PKKe berdewam zarokan direvîne û bi zorê wan çekdar dike.

Pustên heman beş