Mesrûr Barzanî: Hewlên me ji bo naskirina jenosîda Enfalê berdewamin

anfal-enfal-kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 33emîn salvegera proseya Enfala Badînanê de peyamek belav kir û tê de ragihand, pêwîst e Hikûmeta Iraqê kesûkarên qurbaniyên tawana jenosîda Enfalê qerebû bike.

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Di sî û sê saliya enfala Badînanê de, em qurbaniyên vê tawana hovane bi rêzdarî bibîr tînin ku di qonaxa dawî ya Enfalan de, rejîma Beis a Iraqê dest bi proseya Enfalan li Badînan kir û di encamê de, bi hezaran mirovên bêguneh ji pêkhateyên cuda ên herêmê hatin şehîdkirin û windakirin, bi sedan gund hatin wêrankirin û bi dehan hezar kes jî koçberkirin û derbiderkirin.

Di vê bîranîna xemgîn de, careke din tekez dikin ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê kesûkarên qurbaniyên tawana jenosîda Enfalê qerebû bike. Em di hewlên xwe de jî berdewam dibin ji bo naskirina jenosîda Enfalê ji aliyê civaka navdewletî ve. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pabendbûna xwe bi xizmetkirina zêdetir a kesûkarên şehîd û enfalkiriyan dubare dike.

Rêz ji bo giyanên pak ên qurbaniyên jenosîda Enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê

Pustên heman beş