PKKê 4 zarokên Kurdan bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin

pkk-hpg-zarok-kurd

HPGê baskê leşkirî yê rêxistina PKKê îro nasnameya 4 çekdarên xwe eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê bi destê artîşa Tirkiyê bi kuştin dane.

HPGê îro roja çarşemî 25/8/2021an, nasnameya 4 çekdarên xwe yên zarok eşkere kir ku li navçeya Avaşînê a Herêma Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk bi kuştin dane.

Navên zarokên ku PKKê bi kuştin dane wusaye:

  • Betul Yuksek– Ji Erzîromê.

  • Tekîn Orenlî – Ji wanê.

  • Refîk Aydemîr – ji Bedlîsê.

  • Mûhammed Medres– ji Kobanê.

HPGê weke hertim, agahiyên tam li ser van çekdaran parvekirine, lê belê tu amaje bi temena wan nekir, ji bo ku cînayeta revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Hêjay gotinê ye, PKKe ji bo çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, Partîya Karkerên Kurdistanê ew qas zarokên Kurdan revandine û bi kuştin dane ku mirov dikare navê “Partîya zarok kujên Kurdistanê” lê bike.

Pustên heman beş