Şehîdê Pêşmerge “Mecîd Pîrmos” kîye û çewa hat şehîd kirin

Şehîdê Pêşmerge"Mecîd Pîrmos" kîye û çewa hat şehîd kirin

Yek din ji rûyên ciwan yên devera Berwarî Bala “Mecîd Pîrmos Mihemed”e, ew bi destê çekdarên yek ji rêxistinên hov bi navê “PKKê” ku xwe weke rêxistineke kurdî dide naskirin hat şehîdkirin, Mecîd Pîrmos di jîyê 19 saliyê de dibe pêşmerge, li ser çiyayên  Kurdistanê weke teyrê Baz difire û ji bo azadiya gel û wilatê xwe hemû astengyan derbas dike, hemû nexweşiyan dibîne lê belê hertim bi hêvî ye û ti tişt wî ji xebata wî paşve nabin, ne sermaya zivistanê, ne germaya havînê, ne evraziyên çiya û ne top û tankên dujmin, ti tişt nikare rê li himber wî bigre û wî ji xebata ji bo azadiya welatê wî paşve bibe.

Ew li sala 1967an li gundê ravîna yê ser bi devera Berwarî Bala di nava malbatek niştimanperwer ji dayik dibe, her li zarokîniyê şeydayê çiyayên kurdistanê dibe, xwandina dibistanê li gundê Ravîna û xwandina navincî li Kanî Masê bi dawî tîne, li ser rêbaza bavê xwe yê şehîd “Silêman Pîrmos” berdewam dibe û li sala 1986an tevlî refên pêşmergeyên rêya azadiya kurdistanê dibe.

Şehîd Mecîd Pîrmos li sala 1991an beşdarî serhildana başûrê kurdistanê dibe, paş serhildanê vedgere ser axa bav û kalên xwe û li gundê Ravîna nîştecî dibe, viyana wî ji boy welat û karê wî yê pîroz bi dawî nayê û weke pêşmergeyek leheng heya sala 1999an li ser karê xwe berdewam dibe, paşan heya sala 2002an li asayîşa Kanî Masê dişoxle.

Piştî hatina terorîstên DAIŞê şehîd Mecîd Pîrmos dest tavêje çeka xwe û ji boy parastina gel û wilatê xwe dîsa dest bi karê xwe yê pîroz dike û weke pêşmergeyek diçe enya bendava Mûsil û li wir dirêje bi xebata xwe ya ji boy kurdistanê dide. Ew ji tank û topên rejêma hov ya Basiya, ji serma û germaya li çiyayên Kurdistanê ji derbederî û hemû nexweşîya, ji fîşek û TNT yên rêxistina terorîstî ya DAIŞê jî xelas dibe, lê belê piştî berxwedanek herî mezin ne bi destê dijminek derkî, ne bi destê Tirkiyê yan Îran û Sûriyê, ne bi destê terorîstên DAIŞê belku bi destê çekdarên rêxistinek kurdî tê şehîd kirin û 10 zarokan li pişt xwe dihêle.

Belê, kesê ku bi salan li çiyayê kurdistanê ji boy azadiya kurdistanê şer dikir û tev nexweşî bi çavên xwe dîtin, kesê ku ji fîşek û TNT yên tev dujminên derekî yên kurdistanê xelas bûy, ji destê TNT yên PKKê xelas nebû û li roja 6/7/2018 bi destê PKKê şehîd bû, PKKê li ser rêya wî TNT danî û ew ji malbata wî ya wilatparêz, ji wilatê wî û ji zarokên wî yên belengaz stand û tevlî karwanê şehîdên kurdistanê kir.

Li şûna ku PKKe biçe û li bakurê kurdistanê TNT yê li ser rêya dujminên kurdistanê, li ser rêya leşkerên Tirkiyê û Tirkên faşîst dane hat û li ser rêya pêşmergeyek kurd, wilatparêzek kurd, bavê 10 zarokan bi navên “Metîn, Gare, Sefîn, Kawe, Karzan, Blind, Avend, Amed, Mihemed û Befrîn” dana û ew şehîd xist.

Pustên heman beş