PKK bi dare zorê bacê ji cotkar û kasibkaran distîne

pkk-bac-sulaymani-kurdistan-iraq-kurd (2)

Çekdarên PKKê li gundên navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê û gundên Çemê Şilêr ê ser bi qeza Pênciwên û çend bajarok û gundên din ên herêma Kurdistanê bi aşkerayî xwe têkelî xelkê sivîl dikin û bacê ji xelkê hejar distîne. Ew zêdegaviyên PKKê xelkê wan navçeyan bêzar kiriye û bi taybet di meha Tîrmehê de li gundê Zelê ya ser bi bajarokê Helşo çekdarên PKKê rê li hemwelatiyekî gund ê bi navê Feqê Ehmed girtin ku bazirganiya ajalan dikir û daxwaza gumrikê lê kirin, lê wî hemwelatiyê navê wî borî red kir ku bacê bide çekdarên PKKê û wan jî gule berdanê û ew birîndar kirin.

Derbarê wan pirsgirêkan de parêzer û şirovekarê siyasî Şabaz Sîweylî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Herçend herêma Kurdistanê rêzeke mezin li wan digre jî, lê çekdarên PKKê wekî ku dagirker bin, berdewam danûstaneke kirêt li gel xelkê sivîl dikin. Bi taybet ji ew kesên ku mijûlê karên kiştûkal û cotkariyê dikin re gelek kirêt nêzîkatiyê dikin. Çekdarên PKKê ji ber wê danûstanên xwe yên dîktatorî bacê ji xelkê asayî werdigrin û xelkê hejar û gundî ne di xema wan de ye’’.

Şabaz Sîweylî got: ‘’PKK li gor berjewendiya derekî ya dijî kurdan kar dike û danûstaneke kirêt li gel herêma Kurdistanê dike. Çekdarên PKKê ewqas siyasetekî xelet birêve dibe û cîhên Pêşmerge dagir dikin. Wan cîha nikarin biparêzin jî û ji ber wê bi naçarî vala dikin ji artêşa Tirkiyê re. naha dewleta Tirkiyê ji ber PKKê 40 kîlometreyan ketiye nav kûrayiya axa herêma Kurdistanê’’.

Herwaha got: ‘’PKK xwe wek hêzekî kurdî dizane, lê heta naha gundekî bakurê Kurdistanê jî azad nekiriye, lê ziyan digehîne herêma Kurdistanê. Ji ber wê PKK berdewam dijminê navxwe bûye û bahane dide dest artêşa Tirkiyê ku axa herêma Kurdistanê dagir bike’’.

Ji aliyê din ve cîgirê berê yê berpirsê malbenda Şarezûr a YNKê Ehmed Qedeferî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çekdarên PKKê bi çek digerin û gumrik ji xelkê distînin. Em jî nikarin çare bikin, ew bi gotinên xweş nayên ti rêyekî, başe ma em çibikin, xwe em şer li gel wan nakin’’?

Herwaha diyar kir, pêwîste PKK di navbera du helbijardeyan de yek ji wan dê helbijêre, yan bêdengî dê rûnê heta hikûmeta herêma Kurdistanê bikare hewkariya mirovî li gel wan bike, yan jî dê biçin bo Tirkiyê û li wê derê çi dikin bila bikin’’.

Pustên heman beş