Serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê li Hewlêrê hat girtin

ct-unit-arbil-kurdistan-iraq-CTS (2)

Di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê li Hewlêrê hat girtin.

Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Emîd Yehya Resûl ragihandiye, “Bi alîkariya Dije Terora Hewlêrê”, Ebû Mensûr, kargêrê gişît yê bi nav “Wîlayeta Başûr” a rêxistina DAIŞê li Hewlêrê hat desteserkirin.

Yehya Resûl diyar kiriye, ew serkirdeyê DAIŞê bi “nasnameyeke sexte ve hatin û çûn kiriye.

Di destpêka meha Tebaxê de, Yahya Resûl girtina 4 serkirdeyên DAIŞê ragihandibû û dabû zanîn ku operasyon bi hevahengiya Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê – Silêmaniyê hatiye kirin.

Pustên heman beş