Serkomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand, ewê îşev serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike.
Serkomarê Fransa Emmanuel Macron îro serdana Bexdayê kir û beşdarî lûtkeya hevkarî û hevbeşiya welatên herêmî bû.
Piştî civînê Macron ragihand, ewê îşev serdana Hewlêrê bike û bi mezinên Kurdistanê re hevdîtin bike.
Serkomarê Fransa da zanîn jî, ewê her wiha serdana serbazên Fransî yên li Herêma Kurdistanê bike, paşê dê here dîtina bajarê Mûsilê û wêrankariyên DAIŞê bibîne.