Civîna Macron bi Barzanî re ji boy rêzgirtina li Pêşmergehane

Civîna Macron bi Barzanî re ji boy rêzgirtina li Pêşmergehane

Serokê Firansayê li şeva derbasbûyî gehiştîye Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê, medya Firansayê bi vî awayî civîna Macron û Barzanî bas kirîye: “Macron ji boy rêzgirtina li Pêşmergehan digel Barzanî dicive” .

Emmanuel Macron, serokê Firansayê li şeva derbasbûyî gihîşt Hewlêrê û ji hêla Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê hat pêşwazî kirin, Macron serdana Mûsilê dike û wê piştire li gel serok Mesûd Barzanî, her wiha serokê Herêmê, Serokwezîr û Seroka Parlmentoya Kurdistanê civînan li darxe.

Li derbara civîna Macron û Serok Barzanî, medya Firansayê ev civîn wusa nirxandine ku Macron ji boy rêzgirtna li Pêşmergehan ku weke hêzeke cengawer pêş civaka navdewletî ve şerê terora DAÎŞê kirine, wê li gel Barzanî bicive.

Macron 27 tebaxê bi şev gihîşitbû Bexda paytexta Îraqê û li wir beşdarî Lûtkeya hevkarî û hevbeşîya welatên herêmî bû, li şeva derbasbûyî gihîşt Hewlêr û îro tevî ku wê serdana Mûsilê bike wê li gel rayedarên Başûrê welat civînan li darxe.

Pustên heman beş