Şewata li daristanên Dêrsimê 13 rojin berdewame

daristanên Dêrsimê -كوردسىتان (2)

Ev nêzîkî du hefteyan e, daristanên bajorokên Xozat û Pulurê yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, dişewitin. Agir heta niha nehatiye kontrol kirin û her diçe berfirehtir dibe.

Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Macoglu dibêje, agir her diçe berbelav dibe, daristan, mal, gund û ajelên wan dişewitin, lê dema dixwazin agir vemirînin, qeymeqamî destûrê nade.

Walîtiya Dêrsimê jî îddîa dike ku beşekî wan agiran hatine kontrol kirin û ew zanyariyên li ser torên civakî tên belav kirin bê bingeh in.

Walîtiya Dêrsimê derbarê agirê ku 13 roj in li wê parêzgehê berdewam e, îddîa dike ku beşek ji wan agiran hatine kontrol kirin û kesên li ser torên civakî dîmenên agir belav dikin, raya giştî dixapînin û dê derbarê wan de lêkolîn bên destpêkirin.

Pustên heman beş